Li Amerîkayê di mîhrîcanê de êrîş: 3 kuştî

Li Amerîkayê di êrîşa li dijî Mîhrîcana Gilroy Garlick a salane de 3 kes hatin kuştin, her wiha êrîşkar jî hate kuştin.

Mîhrîcana xwarinê ya Gilroy Garlick ku li California li herêma Gilroy pêk tê, îro sibehê rastî êrîşa bi guleyan hat. Li gorî dezgehên çapemeniyê di êrîşê de 3 kes hatin kuştin, her wiha polîsên Amerîka jî tekez kir ku êrîşkar hate kuştin.

AFP`ê ragihand ku fermandarê Polîsên Herêmî Scott Smithy diyar kir ku polîsên li herêmê di demeke kurt de êrîşkar çavdêr kirin û kuştin.

Her wiha serokê Amerîkayê Donald Trump piştî çend deqeyan ji ragihandina gulereşandinê û beriya ku êrîşkar bê kuştin, li ser Twitterê got Hêzên Ewlehiyê gihaştin cihê bûyerê li Californiayê. Trump daxwaz ji gelê Amerîkayê kir ku li cihên ewle bin.

Herî kêm 11 kes birîndar bûn

Televîzyona NBC Bay Area ragihand ku agahî ji ambulansê re hate şandin ku 11 kes di gulereşandina li Mîhrîcana Gilroy Garlick de birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku Mîhrîcana Gilroy Garlick a salane ji sala 1979’an ve li dar dikeve, tê de madeyên xwarinê û vexwarinê tên pêşkêşkirin û pêşandanên hunerî û pêşbirkên çêkirina xwarinê pêk tên.

(jo)


Mijarên Din