Li avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê şewat derket

Li Tebqayê beşek ji avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya navenda bajêr şewat çêbû. Şewat ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hate tefandin.

Nûçegihanên me ji bajarê Tebqayê ragihandin ku beşek avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li navenda bajarê Tebqayê şewitî.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn û tîmên agirkujiyê nehiştin kes nêzî cihê şewatê bibin û wêne bikşîne û agir vemirandin.

Sedema şewatê hîna nehatiye naskirin û daxuyanî ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve nehatin dayîn.

ANHA


Mijarên Din