Li Babê çete bihev dikevin, tirs di nav gel de çêbûye

Li bajarê Babê yê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, şer di navbera koma çete ya bi navê El-Hemzat û Sultan Mûrad de rû da.

Şer bi çekên sivîl û navîn rû dide.

Şer li herêma sekin şebabî ya aliyê rojavayê bakur rû dide. Li gorî çavkaniyan tirs di nav gel de çêbûye û zerar gihîştiye mal û milkên wan. Welatî ditirsin ku ew jî bibin qurbanî.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din