Li Babê di navbera çete û malbata Al Wakî de şer

Li bajarê Babê di navbera çeteyên artêşa Tirk û malbata Al Wakî de şer derket û ji ber wê jî metirsî di nava şêniyan de çêbûye.

Çeteyan îro hewl da bi ser mala kesekî de bigirin ku polîs e û ji malbata Al Wakî ye û gule ber bi mala wî ve berdan. Di encama wê de xwediyê malê ji lingê xwe birîndar bû.

Çavkaniyan ji ANHA`yê re diyar kir ku çeteyan bavê xwediyê male girt û tevlihevî û metirsî di taxê de çêbûye.

Li herêmên bakurê Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, tevlihevî zêde dibe û berteka şêniyan wan herêman jî zêde dibe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din