Li Babê di navbera çeteyan de şer diqewime

Li bajarê Babê ku ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve hatiye dagirkerkirin, şer di navbera çeteyan de rû dide.

Li agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer rû derket. Li gorî çavkaniyan piştî ku endamekê girêdayê çeteyên "Polîsên Leşkerî" bi navê Mihemed Xelîl El-Himsî Senterê ji aliyê çeteyên bi navê "Polîsên Sivîl" li nêzî çerxerêya hat girtin, şer di navbera herdu aliyan de rû da.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku serçeteyekê "Polîsên Leşkerî" bi navê Ebû Îskender li gel dewriyekê çû Qereqola "Polîsên Babê" da ku bi tundiyê endamê xwe derxîne, lê "Polîsên Sivîl" ew dorpêç kirin û piştî çekên wan girtin ew xistin girtîgehê.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku bi navbeynkariya hin serçeteyên leşkerî,  Ebû Îskender û çeteyên wê hatin derxistin û li pey bûyerê rewşa awarte hate ragihandin. Her wiha hate gotin ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" êrîşî qereqola "Polîsên Sivîl" kirin û şer di navbera herdu aliyan de didome.

Çavkaniyan diyar kirin ku herdu aliyê çekên navîn û giran dikin û dibe şer gûrtir bibe.

ANHA


Mijarên Din