Li Babê mayinek bi erebeya çeteyên Tirk de teqiya

Li bajarê Babê mayinek bi erebeyekê de ku çeteyên koma Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker tê de bûn, teqiya.

Çavkaniyên herêmî ji ANHA’yê re ragihand ku mayinek bi erebeya ji cureya "Van" ku hejmareke çeteyên koma bi navê Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên li bajarê Babê yê dagirkirî tê de bûn, teqiya.

Çavkanî îşaret pê kir ku mayin li keviyê rêya li nêzî Dibistana Hemze Bîn Abdulmutelîb beriya derbasbûna erebeya çeteyan hatibû çandin. Çavkanî ji bilî ziyanên ku bi erebeya wan de pêk hatine, tu encamên teqînê diyar nekirin. Li rexê jî tenê agahiyên birîndarbûna 2 çeteyan ragihandin.

Tu aliyan heta niha teqîn hilnegirtiye ser xwe.

(fr)


Mijarên Din