Li Babê teqînek pêk hat

Li navenda bajarê Babê teqîneke pek hat. Tê gotin ku çeteyek hat kuştin.

Çavkaniyan ji bajarê Babê diyar kirin ku li pêşiya mizgefta Ebû Bekir El-Sidîq a li çerxerêya Senter a bajarê Babê teqînek çêbû.

Çalakvanan  ragihandin ku kesek bombeyek avêt wesayîta leşkerî ya çeteyên Tirkiyê, di encamê de çeteyek hat kuştin û ziyan gihiştin wesayîtê.

Çalakvanan dîmemên cihê teqînê parve kirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî teqînê ketin tevgerê. Hate gotin ku balafir li ser bajêr digerin.

Beriya niha bi çend saetan li bajarê Babê mayînek bi wesayîteke çeteyan ve teqiya, paşê di navbera çeteyên "Mertala Firatê" de li gundê Sikeriyê yê başûrê rojavayê Babê şer rû da.

ANHA


Mijarên Din