Li Babê xwepêşandan, birîndar hene

Di xwepêşandana şêniyên Babê ya ji bo şermezarkirina tevliheviya li bajêr de gelek sivîl bûn hedefa çeteyan û birîndar bûn. Çeteyan qedexeya derketina derve ragihand.

Tevlihevî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de; ji Cerablûs û Ezazê û heta Efrînê, Bab û Mariyê rû dide. Li van herêman di 26`ê Tebaxê de şerekî berfireh rê dide, şer li Sosyan a li bakurê rojavayê bajarê Babê zêde bû û heta îro sibehê derbasî hundirê taxên bajar bû.

Bi dehan şêniyên bajarê Babê derketin kolanan û xwepêşandanek ji bo şermezarkirina şerê ku di encama wê de sivîl bûn qurbanî, li dar xistin. Ev xwepêşandan li ser banga şêniyan ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên dagirkeriya Tikriyê pêk hat.

Çavkaniyên ji bajêr tekez kir ku çete bi guleyan xwepêşandêran dikin hedefa xwe û di encamê de gelek birîndar hene, lê hejmara birîndaran û rewşa wan nehat zelalkirin.

Çavkaniyan ji ajansa me re da zanîn ku çeteyan qedexeya derketina derve li bajarê Babê ragihand.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di şer de 2 zarok bi topavêja ARBG ku derbasî mala wan bû, birîndar bûn. Çavkaniyan tekez kir ku ji ber şer, şewat û zirar di mal û milkên sivîlan de çêbûn û heta niha şer didome.

ANHA 


Mijarên Din