Li bajarê Ezazê teqînekê rû da - HAT NÛKIRIN

Li navenda bajarê Ezaz ê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî hat teqandin..

Li gorî agahiyên berdest, beriya niha bi çend kêliyan li navenda bajarê Ezazê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, erebeyeke bombebarkirî hate teqandin.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bidest xistin ku 8 kes birîndar bûne û rewşa 4 kesan ji wan giran e. Her wiha zirarên madî li cihê bûyerê çêbûne.

Navên kesin di encama teqînê de birîndar bûne ev in: Ebdo Kilo (8), Hisên Elî Casim (30), Elî Elawî (14), Quteybe Enwer (15), Elî Ehmed Umer (23), Ehmed Elî Umer (53), Seyid Mûsa Nasîf (15), Muzir Hesan Nayib (30), Besam Erafî (30), Mihemed Ramiz Mûsa (16) û Mihemed Helebiye.

Heta niha tu aliyan teqîn negirtiye ser xwe.

Çavkaniyan diyar kir ku nexweşxaneyên Ezazê banga xwîndayînê dike.

Li herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, tevlihevî di aliyê aramî û ewlehiyê de heye. Her wiha xwepêşandanên gel û bi taybet li bajarê Babê li dijî hebûna Tirkiyê têne lidarxistin.

(bx)

 


Mijarên Din