Li bajarê Qamişlo rêyên sereke hatin ziftkirin

Şaredariyên taxên rojhilat û rojava yên girêdayî bajarê Qamişlo xebata ziftkirina rêyên nava bajêr berdewam dikin.Di vê derbarê de îro rêyên serekê yên li bazara navendî û gelek rêyên nesereke bi dirêjahiya 1600 metre û qalindbûna 10 sm hatin ziftkirin.

Şaredariyên taxên rojhilat û rojava li bajarê Qamişlo ziftkirina rêyên bajarê Qamişlo berdewam dikin, li ser vî esasî vê sibê alavên şaredariyê dest bi ziftkirina rêyên serekê yên bazara navendî kirin, ev jî ji çerxerêya Sebaa Behrat heta çerxerêya Sonî ye û bi dirêjahiya 700 m, berfirehiya 8 m û qalidbûna 10 sm e. 

Di vê çarçoveyê de şaredariyên taxa rojhilat û rojava gelek rêyên nesereke yên nava bazara navendî jî zift kirin, ji van rêyan rêya qesaban, rêya pira Bişêriyê û rêya di navbera her du şaredariyên rojhilat û rojavayê bajarê Qamişlo ne.Tê zanîn ku rûbera rêyên ku hatine ziftkirin heta niha hezar û 600 m e.

Li gorî hevpeymana di navbera her du şaredariyên rojhilat û rojavayê bajêr û şirketa Zagros de ya der barê ziftkirina rêyan ku heta yekê meha Îlonê ye, dê hemû rêyên bajarê Qamişlo werin ziftkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din