Li bajarê Reqayê rêzeproje hatin destpêkirin

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê di çareyeka duyemîn a sala heyî de komek proje bi lêçûna ku digihêje milyarek û nîv milyon lîreyên Sûriyê dan destpêkirin.

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Reqayê di çareyeka duyemîn a sala 2020’an de rêzeporje dan destpêkirin. Hinek projeyên dane destpêkirin, girêdayî paqijî, dirêjkirina toreyên avê û peydakirina veguhêzên kehrebeyê ji bo yekîneyên avê, ne. Her wiha di vê qonaxê de dê rêyên girîng li herêmê werin ziftkirni û pirên stratejîk bên restorekirin.

Şaredariyên 15 bajarok û navçeyan tevî Yekîneya Ava Vexwarinê û Komîteya Fenî yên girêdayî komîteyê wan projeyan pêk tînin.

Heserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê endezyar Ehmed El-Xidir got: "Desteya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bajarê Reqayê û gundewarê wê milyarek û nîv milyon lîreyên Sûriyê veqetand. Ji bo destpêkirina projeyên nû ku warê xizmetguzarî pêş bixin. "

El-Xidir projeyên girîng ên ku dest pê kirine eşkere kirin, di nav de projeya ji nûve avakirina pirên bajarokê El-El-Ensar û pira bajarokê El-Akrîşî li başûrê gundewarê Reqayê hene. Tevî veqetandina 250 milyon lîreyên Sûriyê ji bo qîrkirina hinek rêyan di nav bajêr de û rêyên din li gundewar.

El-Xidir got: “Em ê piştgiriya warê paqijî bikin, dê 7 erebeyên nû ji bo rakirina çopê û 4 erebeyên paqijiyê di nav bajêr de bikirin. Me 100 milyon lîreyên Sûriyê ji bo yekîneyên avê veqetandine, ji bo ku xeta kehrebeyê ya her yekîneyekê restore bikin. Da ku pirsgirêka qutbûna kehrebeyê di toreya giştî de çareser bikin.”

Her wiha Komîteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî hewl dide warê xizmetguzarî li bajêr pêşxîne û projeyên ku dikeve xizmeta welatiyan pêk bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din