Li bajarê Siweydayê teqîn

Vê êvarê teqînek mezin li bajarê Siweydayê yê li başûrê Sûriyê rû da. Di encamê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û hinek kes jî birîndar bûn.

Alîkarê fermendarê polîsan ê Siweydayê ji dazgehên çapemeniyê yên Sûriyê re got motorsîklêtek li ser rêya El-Qenewat teqiya û li gorî agahiyên destpêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û hindek din jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Siweydayê ku piraniya wan dirzî ne, bibîr xistin ku di encama teqînê de 5 kes mirin û hindek din jî birîndar bûn. Her wiha diyar kirin ku li gorî agahiyên destpêkê kesekî xwekuj motorsîklêt teqandiye û li bajêr rewşek awarte heye.

Heta niha Siweydayê rastî gelek êrîşan hatiye ya herî dijwar di 25`ê Tîrmeha 2018`an de bû. Wê demê komek ji 56 çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajêr bûn û rêzeteqînên xwekuj û guleberdanê li bajêr pêk anîn. Di encamê de derdora 250 kes ku piraniya wan sivîl bûn jiyana xwe ji dest dan. Tevî wê jî çeteyan 60 kes ku piraniya wan dirzî bûn revandin.


Mijarên Din