Li bajarokê Ebdan pirsgirêka avê heye û şaredarî hewl dide çareser bike

Li bajarokê Ebdan ê girêdayî navçeya Şedadê, piştî xwediyên sahrîcên ku avê ji şêniyan re tînin bi rêxistinên li kampan û xwediyên patozan re xebitîn, pirsgirêkên avê li bajarok zêde bû. Şaredariya Gel diyar kir ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka avê dixebitin.

Bajarokê Ebdan 30 km dikeve başûrê rojavayê navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê. Hejmara şêniyên wê derdora 28 hezar kese. Ji ber ku şebekeyên ava vexwarinê li herêmê xirab bûn, şêniyan pêwîstiya avê bi rêya sehrîcên ku Şaredariyên Gel re peyman kirine, av peyda dikirin.

Lê gelek xwediyên sehrîcan êdî bi rêxistinên sivîl re li kampên nêzik dixebitin. Her wiha yên din jî ji bo peydakirina ava vexwarinê ji bo karkerên patozên çandiniyê di mewsima patozan dixebitin. Ev yek jî li bajarok bû sedema kêmbûna ava vexwarinê.

Şêniyên bi navê Hisên El-Ferec û Mexlef El-Feyad ew jî ji şêniyên bajarok in. El- Ferec û El- Feyad gotin, şêniyên bajarok zehmetiyê ji kêmbûna ava vexwarinê dibînin. Nirxê xezana avê 5 bermîlan bi 3 heta 4 hezar leyreyan e.

Bang li aliyên peywendîdar kirin ku çareseriyên guncaw ji aloziyê re bibînin.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Ebdan Taha El-Elî got: “Şaredariyê bi gelek xwediyên sehrîcan re peyman çêkirine. Lê hin xwediyên sehrîcan çûn bi rêxistinên karker ên li kampên koçberan re dixebitin, an jî bi patozên ku li herêmên derdorê bajarokê Ebdan re dixebitin.”

El-Elî teqez kir ku 3 sehrîc ji bo peydakirina avê dixebitin lê pêwîstiya hemû şêniyên bajarok pêk nayîne, taybet piştî vegera şêniyan hêjmara bajarok zêde bûye.

El-Elî bang li saziyên avê li kantona Hesekê kir ku, hevkariyê bi wan re bikin û sehrîcan ji bo çareseriya vê aloziya kêmbûna avê di zûtirîn dem de peyda bikin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din