Li bakurê Etiyopyayê hewldana darbeyê dibe sedema kuştina berpirsan

Berpirsên hikumetê yên li bakurê Etiyopyayê rastî hewldana darbeyê hetin û di encamê de serokê hikumeta wîlayeta Emhere û şêwirmendê wî jiyana xwe ji dest da.

Serokê hikumeta Emhere û şêwirmendê wî di darbeya bakurê Etiyopyayê de hatin kuştin.

Kanala fermî ragihand ku serokê hikumeta Emhere Ampacho Moconne û şêwirmendê wî hatin kuştin. Her wiha jî tekez kir ku li pişt hewldana darbeyê generalê di artêşê de ye.

Li gor berdevkê serokwezaretê roja yekşemê diyar kiriye ku di demeke berê de, serokê artêşa Etiyopyayê Sirî Mikonen piştî çend saetan ji hewldana darbeya binkeftî ya li dijî hikumeta wîlayetê, rastê gulebaranê hat.

Di heman demê de, yekser nehat ragihandin ku serokê artêşê hat kuştin an birîndar bûye.

Serokwezîr Abî Ehmed li ser kanala fermî roja şemiyê da zanîn ku hin berpirsên hikumeta Emhere di dema hewldana darbeyê de di civînê de bûn.

Ehmed got hin berpisên hikumeta Emhere di civînê de bûn dema hevalên wan gule avêtine wan. Hin kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Her wiha îşaret pê kir ku serokê astêşê ji hêla çeteyan ve rastî êrîşê hat.

Li aliyekî din jî Tifîra Mamo femandarê hêzên taybet li Emhereyê ji kanala hikumetê re roja yekşemê axivî ku piranî kesên ku hewldana darbeyê pêk anîne tevî hin kes serbest in, hatine destgîrkirin.

Di vê derbarê de şêniyên Behir dar paytexta Emhereyê roja şemiyê gotin dengê guleyan li hin koçeyan bihîstine û hin rê jî hatin girtin.

(fr/kc)


Mijarên Din