Duh herêmên cuda yên li Bakurê Kurdistanê erdhejeke mezin çêbû û ji ber wê erdhejê Sûriye û Iraq û Lubnanê jî pêhesiyan.
Navenda Çavdêriya Erdhejê ya Ewropayê (EMSC) bi bîr xist ku li herêmên rojhilatê Tirkiyê erdhejek bi hêza di navber 6,7-7 pileyan de çêbûn û heta kûrahiya 10 km pêk hat.
Li gorî Rêveberiya Karesat û Awarteyan(AFAD), hejmara qurbaniyên erdhejê gihişt 21 kesan piştî rakirina gelek cenazeyan ji bin kavilên avahiyan.
Di encamê erdhejê de û li gorî serjimariya Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk, hejmara birîndaran gihişt hezar û 30 kesî û nêzî 30 kesî di bin kavilan de asê mane û hê nehatine derxistin.
(fr)