Li bakurê Lubnanê 2 leşker hatin kuştin

Artêşa Lubnanê ragihand ku hin çekdaran ku di erebeyê de bûn, gule avêtin endamên nobetdariyê li navendekê artêşê ya Mehlet Erman-Miniyê ya bakurê Lubnanê û 2 leşker û çekdarek hatin kuştin.

Hêzên ewlehiya yên Lubnanê îşaret pê kir ku di çarçoveya şopandina hêzên ewlehiya hundirîn a sûcdarên Kefton de, nasnameyên 4 sûcdaran hatin diyarkirin ku ew parçeyek ji şaneyên ji bo berjewendiya rêxistina DAIŞ’ê li Lubnanê, dixebitin.

Hêzên ewlehiyê da zanîn ku di encama şopandina lêpirsînê de nasnameyên tevahî 15 kesan diyar kirin. Her wiha 3 kes ji endamên komê girtin. Cihê endamên koma çekdar ê li herêma Wadî Xalid hate diyarkirin û mal hate dorpêçkirin û endamên komê jî gule avêtin. Lê bersiv hat dayîn û tevahî endamên komê yên çekdar hatin kuştin.

(fr)


Mijarên Din