Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 kesên din bi Covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 13 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêmê 13 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covîd-19) ketin.

Li gorî desteyê, 7 mêr û 6 jin ku li van herêman in:

Hesekê 5

Qamişlo 4

 Dêrik 3

Kobanê 1

Li gorî daneyên dawî, heta niha 39 hezar û 224 kes li herêmê bi koronayê ketine.

ANHA


Mijarên Din