Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin. Her wiha kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 15 kesên din li herêmê bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine.

Li gorî hevserokê desteyê Ciwan Mistefa, hejmara nexweşan û deverên lê ne,wiha ne:

6 kes li Hesekê

5 kes li Qamişloyê

4 kes li Şehbayê

Ciwan Mistefa diyar kir ku li bajarê Hesekê 5 kes baş bûne û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Tê zanîn ku desteya tenduristiyê beriya niha 86 nexweş ragihandibûn, bi zêdebûna hejmara nexweşan re bû 101 nexweş û 5 mirî.

(bx)

ANHA


Mijarên Din