Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên dawî yên vîrusa Koronayê eşkere kirin û da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên bi vîrusê ketibûn wefat kirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusa Korona jiyana xwe ji dest dane, du mêr in û ji bajarê Hesekê ne, jinek ji Dêrikê û yek din ji Kobanê ye.

Ciwan Mistefa da zanîn ku 16 kesên bi vîrusa COVID-19 ketine li van herêman in:

Hesekê: 7

Qamişlo: 4

Dêrikê: 4

Şehba: 1

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 11 kesên bi vîrusê ketibûn baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro hezar û 357 kes bi vîrusê ketine, ji wan 59 kesên bi vîrusê ketibûn wefat kirine û 390 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din