Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din bi koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê  ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji ber nexweşiya koronayê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 121 kesên din jî bi koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku ew her du kesên ku bi koronayê mirine, mêr in û ji Hesekê ne.

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku 121 kesên din bi koronayê ketine û li van herêman in.

Qamişlo: 21
Hesekê: 20
Amûdê: 6
Reqa: 45
Kobanê: 8
Minbic: 15
Tebqa: 6

Ciwan Mistefa diyar kir ku 12 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi koronayê ketine, gihîşt hezar û 618 kesan, jê 64 kes mirine û 429 kes jî baş bûne.

(oh)

ANHA


Mijarên Din