​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din ji ber korona jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku li herêmê 2 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) mirine û 3 kesên din jî pê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye, mêrek û jineke ji Reqayê ne.

Mistefa  her wiha destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û kesek li Hesekê, 2 kes jî li Qamişloyê ne.

Bi van daneyan re li Bakur û Rohilatê Sûriyê heta niha 8 hezar û 605 kes bi vîrusê ketine, ji wan 318 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar 246 kes jî baş bûne.

(dx)


Mijarên Din