Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa kesên bi koronayê ketine li van herêman in:

 

Hesekê: 3
Qamişlo: 6
Dêrik: 2
Çilaxa:3
Kobanê: 1
Reqa: 2
Tebqa: 8
Şehba: 2

Ciwan Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşên koronayê 5 kesên din baş bûne û 2 kes jî mirine.

Bi van daneyan re hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 390’î û 286 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 188 kes jî baş bûne.

(dm)


Mijarên Din