Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine, bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 8 hezar û 450 kesî.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê îro (sêşem) ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê 30 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku kesên bi koronayê ketine 18 mêr in û 12 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 6

Qamişlo: 2

Dêrik:4

Girkê legê: 2

Reqa:9

Tebqa:6

Dêrazor:1

Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşiyên koronayê 8 kes baş bûne û tu kes nemirî.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 450 kesî, ji nav wan 289 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 202 kes baş bûne.

(dm)


Mijarên Din