Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi koronayê ketine, 16 kes baş bûn

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 39 kesên din bi koronayê ketine.

Hevsrokê desteyê Ciwan Mustefa anî ziman ku 39 kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine, ji wan 21 mêr in û 18 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 10

Qamişlo: 9

Dêrik: 7

Dirbêsiyê: 7

Girkê Legê: 2

Kobanê: 2

Şehba: 2

Desteyê bi bîr xist ku 16 kesên ku berê bi koronayê ketine jî, baş bûne.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 343 kes bi koronayê ketine, ji wan 55 kes mirine û 379 jî baş bûne.

(kc)

ANHA


Mijarên Din