Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku 51 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, bi wê re hejmara giştî bû hezar û 497.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 51 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine, jê 21 mêr û 30 jin in û li van herêman in:

Qamişlo: 14

Hesekê: 6

Girkê Legê: 9

Dêrikê: 11

Çilaxa: 3

Rimêlan: 3

Amûdê: 2

Dirbêsiyê: 2

Tirbespiyê: 1

Ciwan Mistefa da zanîn ku ji kesên bi vîrusa Koronayê ketibûn 15 baş bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaşt hezar û 497’an, jê 62 mirin û 417 jî baş bûn.

fr

ANHA


Mijarên Din