Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 59 pêketeyên din ên Koronayê hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 59 kesên din bi Koronayê ketine û kesek baş bûye.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêketiyên nû yên Koronayê 33 mêr, 26 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 6

Qamişlo: 26

Dêrik: 13

Amûdê: 3

Dirbêsiyê: 2

Reqa: 1

Kobanê: 8

Desteya Tenduristiyê her wiha ragihand ku li herêmê kesek baş bûye.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 hezar û 796 kes bi Koronayê ketine, ji wan hezar û 578 kesan jiyana xwe ji dest daye, her wiha 2 hezar û 567 kes baş bûne.

(cx)


Mijarên Din