​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 8 kesên din bi Koronayê ketine.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 8 kesên din bi Koronayê ketine, ji wan 5 mêr û 3 jin in.

Pêketiyên Koronayê 5 li Qamişloyê ne, 2 li Hesekê û yek li Dêrikê ye.

Bi van daneyan re, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 39 hezar û 232 kes bi Koronayê ketine.

(cx)


Mijarên Din