Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 navendên tenduristiyê hatin vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî destpêkê li herêmê 9 nuqteyên tenduristiyê amade kirine.

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şaneya aloziyê gelek bergirî girtin, ji wan Rêveberiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 nuqteyên tenduristiyê amade kirin.

Navendên tenduristiyê li 4 herêman hatine vekirin, ji wan herêma Cizîrê, Kobanê, Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ye, navend dûrî herêmên şênî lê dimîn û niha hemû alavên destpêkê lê peyda dibin.

Desteya Tenduristiyê li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tîmên hawarxwestinê ava kirin, tîm ji ambulans, kadroyên tenduristiyê û bi cil û bergên meydanî pêk tê, her wiha nemreyên rewşên awaret ku dema rewşên bi guman derkeve holê yekser li hejmaran bigerin diyar kirin, şaneya aloziyê 24 saetan bi nuqteyên tenduristiyê re di nava dan û standinan de ne, tîma serdegiritinê erka wan dema agahiyên der barê hebûna rewşa vîrusê de çêbibe yekser destwerdanê bikin û wan rakin navendên li bajêr her wiha erka pişkinîna kesên bi vîrusê ye, paşê heke rewş cidî be dê nexweş rakin nuqteyên tenduristiyê yan malê.

Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe hewldana pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê dike, lewma domdar biryarên cidî digire, ji wan girtina dibistan, zanîngeh, caffînet û li herêmê qedexeya kombûnê ragihand.

Bijîşk Mesûd Îbrahîm ji gundê Um El-Fursan ê bajarê Qamişlo û li navenda tenduristiyê dewam dike anî ziman ku navend ji 3 ode, 7 text, 7 bijîşk û hemşîreyên perwerdekirî pêk tê.

Desteya Tenduristiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu kes bi vîrusê neketiye û bang li şêniyan kir ku li xwe hişyar bin. Kadroyên tenduristiyê rojane perspektîfan ji şaneya aloziyê û Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê werdigirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din