Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 95 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê  ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 95 kesên din bi koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 95 kesên ku bi koronayê ketine, ji wan 41 mêr in û 54 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 23

Qamişlo: 21

Dêrîk: 18

Girkê Legê: 2

Rimêlan: 2

Amûdê: 1

Til Temir: 1

Reqa: 14

Kobanê: 5

Minbic: 4

Tebqa: 4

Mistefa diyar kir ku 13 kesên ku berê bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 304 kes bi koronayê ketine, ji wan 55 kes mirine û 363 kes jî baş bûne.

(oh)

ANHA


Mijarên Din