Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyên li hember vîrusa Koronayê

Hemû deste û saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê ên bajarê Helebê bi rêya hemleyên paqijkirinê hewl didin rê li pêşiya belavbûna vîrusa Korona bigirin. Aliyên têkildar banga pêwîstiya girtina tedbîran û zêdekirina paqijiyê li şêniyên herêmê kir.

Desteyên tenduristiyê û şaredariyan ên herêma Cizîrê hemû tedbîrên pêwîst ji bo pêşîlê girtina belavbûna vîrusa Korona ku bûye şewbeke cîhanî, girtine. Di vê der barê de, beriya du rojan dest bi hemleya paqijkirina saziyan û cihên giştî hatibû kirin. Îro jî wek tedbîr hemû navendên ewlekariyê û saziyên sivîl li navçeyên Til Birak û Til Hemîs hatin dezenfektekirin.

Ev yek piştî ku Rêveberiya Xweser ji bo negîştina nexweşiyê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryar dan, pêk hat. Heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu rewşên vîrusê nehatine dîtin.

Li ser biryaran, şaredariya gel û komîteyên tenduristiyê sûka dewaran li navçeyên Til Hemîs û Til Birakê girt, ku rojane bi hezaran şênî berê xwe didinê. Her wiha sûkên gerok ên ji derve tên roja duşemê li Til Hemîsê û roja çarşemê jî li Til Birakê qedexe kir.

Rêveberiya Xweser her wiha ‘şaneya aloziyê’ ava kir û bi dermanên paqijiyê û yên li dijî vîrusa Korona ku metirsiyeke cîhanî ava kiriye, zêde kir. Her wiha gelek tedbîrên din girtin.

2 hemleyên paqijiyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Ji bo pêşîgiritna belavbûna vîrusa Koronayê di nava şêniyan de, Komîteya Xwendin û Perwerdeya Civaka Demokratîk bi hevkariya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wekî tedbîrên destpêkê ji bo parastina tenduristiya giştî, hemleyên paqijiya dibistanan dest pê kir.

Heta niha 9 dibistan û navenda Komîteya Xwendin û Perwerdeya Civaka Demokratîk, hatine dezenfektekirin.

Meryem Hemo ku çavdêriya çalakiyên paqijiyê dike, diyar kir ku dê xebatên wan heta paqijkirina hemû dibistanên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd, dewam bike. Her wiha bang li şêniyan kir ku li paqijiya şexsî û giştî, baldar bin.

Ji aliyekî din ve, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) nivîsgeha Helebê hemleya paqijkirina kolanên taxê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, dest pê kir ku dê heta paqijkirina hemû kolanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam bike. Her wiha bang li şêniyan kir ku li paqijiya giştî baldar bin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din