Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kes ji bo Şengalê li qadan bûn

Li gelek derverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên qirkirina Şengalê ya 3‘yê Tebaxa 2014‘an bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di çalakiyan de banga hesbaxwestinê ji kesên destên wan di qirkirinê de heye hate kirin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo bi sedan kes daketin qadan û komkujiya Şengalê di salvegera wê ya 5‘an de şermezar kirin. Her wiha gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin redkirin.

Meş ji çerxerêya Sewamai a taxa Cûdî destpê kir û li kolanên sereke yên taxê Cûdî, heta taxa Enteriyê dewam kir. Di meşê de wêneyên ku komkujiyê rave dike, pankarên bi nivîsên "Parastina jinên Şengalê parastina hebûna jinan e" û "Ji qirkirin û dagirkeriyê re na" hatin vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û Kongreya Star hatin hildan. Meşvanan bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê" û "Bimire îxanet" berz dikirin.

Meş li nêzî goristana Şehîd Delîl Sarûxan rawestiya. Hevseroka Meclisa Rêveber a TEV-DEM‘ê Zelal Ceger axivî û got: "Hîn jî li ser gelê Kurd qirkirin û komkujiyên hovane ji aliyê pergalên dagirker û komên çete di serî de dagirkeriya Tirk têne kirin. Em li vir kom bûne da ku şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr bînin û teqz bikin ku em Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re nahêlin, çawa me Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin em rê nadin dewleta Tirk ku herêmên me dagir bike. Divê gelê me li hemberî van planan xeta berxwedanê esas bigire."

DÊRIK

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo  jî bi dirûşma "Parastina jinên Şengalê parastina hebûna jinan..ji qirkirin û dagirkeriyê re na" meşek li dar xist.

Meş ji qada Azadî ya navenda bajarê Dêrikê heta sûka navendî dewam kir.  Di dema meşê de hemû dikan hatibûn girtin.

Meşvanan wêneyên qurbaniyên komkujiya Şengalê hilda bûn û dirûşmên silavkirina berxwedana şengalê  û şermezarkirina îxanetê berz dikin.

Meş li qada Jinê rawestiya û veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtinê Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişlo Şeha Xelîl axivî "Em şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr tînin, dê dîrok bi tîpên zêrîn berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê binvisîne ku bi hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin."

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Sahib Osman jî axivî, êrîşa li ser Şengalê û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi tevlîbûna sedan kesî meşek hate lidarxistin.

Meş ji çerxerêya Jina Azad ber bi qada Şengalê ya başûrê navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên qurbaniyên komkujiya Şengalê hatibûn vekirin û dirûşmeyên şermezarkirina komploya li dijî gelê Êzidî hatin qîrkirin.

Li qada Şengalê deqeyeke rêz hate girtin. Hevserokê Meclisa Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso û bi navê Êzidiyan hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê Abdullah Ehmed axivîn. Kesên axivîn şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û gotin ev komkuiyê dê xaleke reş li ser eniyê mirovahiyê be.

Çalakî bi dirûman bi dawî bû.

HESEKÊ

Kongreya Star a bajarê Hesekê bi dirûşmeya `Parastina rûmeta jina Şengalê parastina hebûna jinê ye` meşek organize kir. Meş ji çerxerêya Sînalko ber bi çerxerêya Itfaiye ve bi dawî bû. Meşvanan silogana `Bi can û bi xwîn em bi te re Şengal` diavêtin û pankartên bi nivîsa `Na ji qirkirin û dagirkeriyê re` hildan.

Li çerxerêyê meşê rawestî û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, koodînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Efrîn axivî û roja 3`yê Tebaxê bi roja reşê wesifand. Zêneyb destnîşan kir ku YPG û YPJ`ê jiyana bi hezaran xilas kir û berxwedana xwe berdewam kir heya ku tolana Şengalê  bi tunekirina DAIŞ`ê hilda.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

HELEB

Bi dirûşmeya `Parastina rûmeta jinên Şengalê parastina rûmeta jinan e` şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek girseyî ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê organîze kirin. Şêniyan bang li civaka navdewletî kirin ku bi rola xwe rabe û DAIŞ`ê tevî hevkarên wê muhesebe bike.

Kongreya Star bi koordîneya Mala Êzidiyan ya Helebê meş organîze kir. Bi hezaran şêniyên taxê, endamên saziyên sivîl, Kongreya Star, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî li ber Mala Êzidiyan ya li beşa rojavayê taxê kom bûn û dest bi meşê kirin. Tevahiya pêkahetyên taxê ji Kurd, Ereb, Turkman, Xiristiyan, Êzidî û Musliman û jinên Êzidî yên ku kirasên spî wek nîşaneya aştiyê li xwe kiribûn tev li meşê bûn.

Meşvanan di nav kolanên sereke yên bajêr de meşiyan û siloganên `Bijî berxwedana Şengalê`, `Berxwedana jiyan e`, `Bimire xiyanet` û `Bijî Berxwedana Serdemê` berz kirin. Her wiha wêneyên şehîdên Şengalê, têkoşer Zekî Şengalî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên `Li Şengalê mirovahî mir`,` Efrîn ya me ye`, `Bijî Berxwedana Serdemê`, `Na ji dagirkeriya Osmanî ya nû re`, `DAIŞ`ê çêkera Erdogan e` û `Na ji qirkirin û dagirkeriyê re` hildan.

Piştî ku meş rawestiya, hevserokê Mala Êzidî ya Helebê Hîşam Ehmed axivî û got: "Komkujiya Şengalê, rêzeqirkirinên der heqê êzidiyan de tê kirin e, ji serdema Skender Meqdonî, serdema Osmanî ya kevin heya bighêje serdema Osmanî ya nû. DAIŞ`ê di êrîşên xwe de li ser Şengalê, talan kirin, wêran kirin û xwestin demografiya wê biguherin û hebûna gelê Kurd û ola Êzidî tune bikin."

Ehmed tekez kir ku hovantirîn sûc li Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk û çerteyên wê ve têne kirin, dixwazin wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bikin. Divê civaka navdewletî ji bêdengiya xwe derkeve û rola xwe ya mirovî pêk bîne. Divê êzidî û şêniyên Efrînê vegerin warên xwe û dagirkeriyê bi dawî bikin.

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantonê di destên wan de wêneyên qurbaniyên komkujiya Şengalê ya ku DAIŞ` di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk aniye li qada Jina Azad kom bûn.

Şêniyan ji qadê û di nav kolanên bajarê Kobanê de heya bighêje qada Aştiyê li nêzî deriyê ser sînor bi Tirkiyê meşiyan. Endamên saziyên sivîl ên kantonê jî tev li meşê bûn.

Meş li qada Aştiyê rawestî. Piştre endamê Meclisa Rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk a kantonê Ehmed Xoce axivî û destnîşan kir ku xeteriya komkujiya Şengalê hîna heye û got: "Xeterî hîna li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. dewleta Tirk destekerê sereke yê terorê ye û hewl dide komkujiyên ji DAIŞ`ê hovantir pêk bîne. Divê cîhan bikeve ferqê û bi awayekî cidî bilive."

Ji aliyê xwe ve Foziye Ebdî endama rêveber a Kongreya Star bang li pêkhateyên Rojava kir ku li gel gefên Tirkiyê yekitiya xwe ava bikin û rê nedin ku tevlihevî di nav civakê de belav bibe.

DAIŞ`ê di despêka Tebaxa 2014`an de derbasî  bajarê Şengalê bû piştî ku pêşmerge bi giştî reviyan. Piştre DAIŞ`ê bajar û gundên girêdayî wê kontrol kirin û bi hezran jin revandin û bi hezaran Kurd dan koçberkirin. Piştre YBŞ û HPG`ê di 13`ê Mijdara 2015`an de bajarê Şengalê rizgar kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din