Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara nexweşên Koronavîrusê gihaşt 66 kesan

Ruxmî ragihandina qedexekirina derketina derve ya giştî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine zêde bû û gihaşt 66 kesan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa îro piştrast kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên nû bi Koronavîrusê ketine.

Mistefa da zanîn ku ji 12 nexweşan; 8 li Qamişloyê, kesek li Til Koçerê û 3 li Reqayê ne. 4 jin in û 8 mêr in.

Tê zanîn ku Desteya Tenduristiyê duh ragihandibû ku 54 kes bi Koronavîrusê ketibûn. Bi vê yekê hejmara giştî heta niha gihaşt 22 nexweşan.

Li aliyekî din Desteya Tenduristiyê di demeke berê de piştrast kiribû ku li kampa Holê heta niha tu kes bi vîrusê neketiye û kesên nexweş ketine jî endamên Heyva Sor a Kurd in û berê navên wan hatine bibîrxistin û bi xwe jî ne di nava kampa Holê de bûn.

ANHA


Mijarên Din