Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî bêartêş pêk tê

Şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûyekî din girtiye, lê ne nû ye. Ev şer bê artêş tê meşandin û bi şerê derûnî, taybet û sar tê binavkirin. Ev têgeh piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di navbera her du blokên kumonîst û kapîtalîst de derket.

Nivîskar û ronakbîrê Lubnanî Şekîb Erselan, dibêje “heger tu bixwazî mirovekî bikujî, gule nevaêje wî, lê belê wî teşhîr bike.”

Ji vê gotinê xetereya şerê taybet a ku li ser propaganda û şerê derûnî ava dibe, xuya dibe. Destpêkê atmosfereke siyasî, aborî û civakî tê amadekirin, piştre dest bi şerê derûnî yan jî propagandayê tê kirin. Mîna ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dide.

Ji ber propaganda ji rasteqîniya civakê dest pê dike ku tê plankirin li dijî wê belav bibe û pêdiviyên ferdan di ber çavan re tê derbaskirin, tevahî hêzên ku ew nexşe kirine van rewşan jê re amade dike.

Mînak; mijara qutkirina avê. Dewleta Tirk bi rêya dagirkirina herêma Elokê li gundewarên Serêkaniyê ava çemê Firatê qut kir û piştre jî mijar berovajî kir û îdia kir ku destê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê qutkirinê de heye.

Yê ku ev îdia daye destpêkirin dizane ku lawaz e, lê li gorî wê tu zirar tune ye ku hejmarek ji şêniyên civakê bawer bikin. Îdia yan jî teşhîr bi hedefa rûyekî veşartinê ye û ne li gorî çavkaniyekî diyarkirî ye, ji ber veşartin gumanê çêdike. Ev yek jî ji bo serkeftina hedefa kesên ku şerê taybet didin meşandin pêwîst e.

Kesên wan propagandayan belav dikin, îdiayê bi awayekî ronak piştî plankirineke xurt, sazkirina gotinên ku bi kêrî mijarê tên û diyarkirina dema belavkirina wê ku bi awayekî mezin ji raya giştî dike, pêşkêş dikin.

Şerê derûnî; di bingehê de şerekî manewî ye û teşeyek ji şerê ku armanc dike bandor li aliyê din bike, moral û baweriya wî zeîf bike, fikr, bawerî û nêrîna wî berovajî bike û fikrên xwe li şûna yên wî bi cih bike da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Gelek mînakên vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, mîna qutkirina kehrebeyê. Ev hêz nahêlin amûrên kehrebeyê yên pêwîst bigihêjin herêmê da ku bi yên kevn werin guhertin. Di heman demê de propagandayê dike ku Rêveberiya Xweser bi awayekî neadil kehrebeyê dide yan jî di birêvebirina vê dosyaya girîng de bi bin ketiye.

Mînakek din jî derman e. Ew hêzên ku behsa wê tê kirin, rê nadin ku derman derbasî herêmê bibe û îdia dikin ku Rêveberiya Xweser qaçaxçîtiya dermanan dike û difroşe derve.

Ew hêz ne tenê vî warî bi kar tînin, lê belê propagandaya xwe di warên xizmetguzarî û perwerdeyê de jî belav dikin.

Hinek dewlet di piraniya caran de bêyî ku bi awayekî leşkerî şer bikin, bi rêya vê rêbazê gihaştine armancên xwe. Lê hin caran şerê darûnî zemînê ji şerê leşkerî re ava dike. Ji ber wê ragihandin dikeve dewreyê, karê veşartî destpê dike da ku rê li pêşiya hêzên êrişker bê vekirin. Lê heger êrişa leşkerî bi ser neket an jî atmosferên siyasî yan jî leşkerî ji êrişan re peyda nebûn, hêza êrişker hewl dide aliyê din bi mijarên hundirîn ve mijûl bike û ewlehiya wê têk bibe.

Ev yek jî di rewşa heyî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)terora DAIŞ`ê têk bir, diviyabû rêveberiyê girîngî bida warê hundirîn bi rêya avakirina binesaziya herêm û restorekirina saziyan. Lê hêzên herêmî dest bi vî şerê taybet kir. Generalê Çînê, pisporê leşkerî û fîlezof Sun Tzu dibêje; “Êrişkirina fikrê dijmin ji êrişkirina bajarên wî yên asê baştir e.”

Vî şerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her roja ku diçe gurtir dikin. Carekê hewl didin tevliheviyê di navbera hêzên siyasî de derxin. Carekê fitneyê di navbera pêkhateyan de derdixin.

Van hêzan hewl da nakokiyan di navbera hêzên kurd de derxin û ji bo wê tevahiya derfetên xwe bi kar anîn. Dest bi bûyerên qetilkirinê kirin da ku wan ji hev cuda bikin. Bi rêya qetilkirina Mişel Temo hewl da Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) bi kuştina wî tawanbar bike. Her wiha bûyereke din li Amûde pêk anî û ew bûyer li gorî xwe bi kar anîn.

Lê vê carê, hewldana wan gelek xeter bû. Bi rêya hedefgirtina şêx û rûspiyên êlên Ereb hewl didin fitneyê di navbera Kurd û Ereb de biafirînin. Ji lew re propaganda dikin ku QSD`ê li paş van bûyeran e.

Ev hewldan bi rêya hin rûspiyên eşîran û ne şêxên wan bûn, her wiha bi rêya rewşên siyasî li herêmên ku tê de eşîre hene bûn. Rûspiyên eşîran ne di dîmenê de bûn, ew jî bi encama pêkanîna hin rûspiyan bi piştevaniya gelek hêzan pêk tê. Bi wê re şêniyên eşîre biryarên vî rûspiyê pêşwazî nakin.

Di salên dawî de rola serokeşîr û rûspiyên êlan sembolîk maye. Erênî û neyîniya vê yekê jî heye.

Ya herî girîng mirov çawa li hember vî şerê taybet li ber xwe bide, ye. Çawa kesê li ser vî şerî sekiniye baş plan kiriye, divê rêbazên berxwedanê li hemberî vî şerî taybet baş bêne danîn.