Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn kargeha Roj a tûrên plastîkî

Kargeha Roj a tûrên blastîkî ji yekemîn kargehên girîng ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye vekirin. Her wiha ji sed karkerî re derfeta kar dabîn kir. Karkerên ji Dêrikê tê de dixebitin û destheqê wê baş e.

Projeya kargeha Roj a tûrên plastîkî ji projeyên berhemdar ên girîng û çor li herêma Cizîrê ye. Her wiha kargeh alîkariya projeyên bazirganî, berhemdar û zêdekirina derfeta xebatê ji şêniyên herêmê re dabîn dike.

Kargeh li gundê Mîrka Mîr ê girêdayî gundewarên Koçerat a Dêrikê ya kantona Qamişloyê ye. Kargeh tûrên tijîkirin, pêçandin ên taybet bi firne û aşan re çêdike.

Kargeh li ser asta herêmê ya yekemîn e. ji ber di herêmê de mîna van kargeh û dezgehan tune ye. Ji ber ji aliyê Şamê ve hatibû paşgukirin. Lê bi rêya şoreşa Rojava pêvajoya endustiriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe da der, da ku pişta xwe bidin berhemên herêmî. Ji bo pêdiviyên xwe pêk bînin û derfeta kar ji şêniyên herêmê re dabîn bikin.

Kargeha Roj a tûrên blastîkî di Adara borî de hat vekirin. Di kargehê de tevahî alav û amûrên nûjen, leyzer, karker û pîşesaz heye. Tûran difiroşe sûk, firne, aş û depoyan. Kargeh mehane 400 ton tûr çêdike.

Kargehê derfeta kar ji sed karkerên xort û keç re yên ji şêniyên Dêrikê re dabîn kir û bi heqdestekî baş.

Çavdêrê giştî yê li ser kargeha Roj a tûrên blastîkî Kendal Xelîl wiha got: "Kargeh ji bo dabînkirin û pêdiviya herêmê, firne, xwaringeh, depoyên tovan û aşan hat vekirin. Tûrên ji pîvanên bi dirêjahiya 60 cm û heta pîvana 110 cm  û bi tevahî rengan hene."

Der barê dabînkirina madeyên çêkirinê de, Xelîl da zanîn ku ev made ji derveyî herêmê tên. Her wiha kargeh 24 saetan û bi awayekî dorveger a 3 coxan dixebite. Her coxek jî 8 saetan kar dike.

Xelîl bilêv kir ku kargeh mehane nêzî 400 ton çêdike. Ew jî li gorî pêdiviya herêmê ye, lê heke ew hejmar zêde bûn dê derxin derve.

(fr)

ANHA


Mijarên Din