Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî milyonek koçber ji alîkariyê bêpar in

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî milyonek koçber û penaber hene ku alîkariyên mirovî nagihêje wan. Sedema vê yekê vetoya Rûsyayê û girtina deriyê sînor ê Til Koçer e. Her wiha danûstandinên NY'ê bi hikumeta Şamê re ku yan wê alîkariyê desteser bike û li bazaran bifiroşe ya jî wê tenê li alîgirên xwe belav bike.

Di encama şerê li gelemperiya Sûriyeyê rû dide de, tevgereke koçberiyê ya hundirîn çêbû. Koçberên ku ji şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de reviyan xwe spartin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku li van herêmê ewlehî û aramî heye.

Kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberên ji gundewarê Heleb, Humis, gundewarê Şamê, Dêrazor, Idlibê û herêmên dîtir, her wiha penaberên Iraq û malbatên çeteyên DAIŞ'ê dihewîne. Ligel wê bi sed hezaran şêniyên Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk  û çeteyên wê de koçber bûn.

LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER ZÊDEYÎ MILYONEK KOÇBER HEYE

Rêveberê Nivîsgeha Rêxistinan û Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed got, hejmara koçberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê milyonek û 25 hezar kes in. Di nav vê hejmarê de derdora 900 hezar koçber li gund, bajar û dibistanan û 125 hezar jî di kampan de dijîn.

Rêveberiya Xweser di 2014'an ji bo pêşwazîkirina êzidiyên Şengalê yên ji ber komkujiyên DAIŞ'ê reviyan, kamp vekirin. Piştre jî li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê ji bo kesên ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan, kamp hatin vekirin. Ji sala 2018'an ji bo koçberên Efrînê û di sala 2019'an de ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Spî kamp hatin vekirin.

15 KAMP HATIN VEKIRIN

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kamp hatine vekirin, 6 li herêma Cizîrê ( Hol, Erîşa, Roj, Newroz, Serêkaniyê û Waşûkanî) ku hejmara herî mezin a koçber û penaberan di van kampan de ne.

Li kantona Şehbayê 4 kamp (Berxwedan, Serdem, Efrîn, Şehba) û li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê kampa Veger heye.

Piştî ku dewleta Tirk bajarê Girê Spî dagir kir û şêniyên wê da koçberkirin, ji bo koçberan li bajarokê Til Semir ê dikeve başûrê bajarê Reqayê kampek hat vekirin.

Ji bo koçberên ji gundewarên Heleb û Idlibê li bajarê Tebqayê kampa Mehmûdlî û li Minbicê du kamp hatin vekirin.

Ehmed destnîşan kir li çol û gundên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi sedan kampên nerêxistinkirî hene.

PIŞTÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ, RÊXISTIN DERKETIN Û BI VETOYA RÛSYAYÊ DERIYÊ TEKANE HATE GIRTIN

Bi destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 9'ê Cotmeha 2019'an ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî re, hejmareke mezin a rêxistinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitîn derketin, di demekê de ku bi hezaran koçber ji ber êrişan direviyan û pêwîstiya wan bi alîkariya heye.

Li gorî serjimariya Buroya Rêxistinan û Kar û Barên Koçber û Penaberên, beriya êrişan hejmara rêxistinên xwecihî û cîhanê li herêmê 34 bûn.

Girêdayî vê mijarê, Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku beriya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, piştgirî û alîkariyên diyarker ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hebûn, lê ji sala 2018'an anku bi destpêka êrişên li ser bajarê Efrînê ve û heta niha gelek guhertin çêbûn. Ehmed got, rêxistinên girêdayî NY'yê yên ku alîkarî pêşkêş dikirin, ji herêmê derketin.

Ehmed bal kişand ser vetoya Rûsyayê ya têkildarî deriyên derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê ku di Çileya îsalê de di Konseya Ewlekariyê de kiribû. Li gorî wê deriyê sînor ê Til Koçer hate girtin ku tekane deriyê derbasbûna alîkariyan ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberan e.

Ehmed anî ziman ku veto ya Rûsyayê ji bo piştgiriya siyaseta hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker e da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike. Her wiha bikaranîna deriyên sînor wekî kaxezeke siyasî ya zextê rexne kir.

Bi belavbûna vîrusa koronayê li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê wê, rewş aloztir bû û pêwîstiya kampan a bi alîkariyê re zêdetir bû. Li ser mijarê Ehmed rola Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rexne kir û got, diviyabû ku ji bo vekirina deriyê sînor û şandina derman û pêwîstiyên zarokan xebitîbaya.

DI RÊYA HIKUMETÊ RE ALÎKARÎ NAGHÊJIN KOÇBERAN

Piştî girtina deriyê Til Koçber li pêşiya derbaskirina alîkariyê navneteweyî, rêxistinên cîhanê neçar man ku bi hikumeta Şamê re tevgeriyê bikin da ku alîkarî bighêjin şêniyan û bi Heyva Sor a Sûriyê re dan û standin kir.

Lê hikumeta Şamê ji vê sûdê girt,  Heyva Sor a Sûriyê dest danîna dest ser alîkariyên ku ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatin şandin kir û li alîgirên xwe belav dike û koçberan jê bê par dihêle.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku Heyva Sor a Sûriyê ya li kampa Holê dixebitî hewl dida li beramberî pereyan malbatên DAIŞ'ê ji kampê birevînin, ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser neçar man ku xebata wê li kampê rawestîne.

'HIKUMETA ŞAMÊ DEST DATÎNE SER ALÎKARIYAN Û LI BAZARAN DIFROŞE'

Têkildarî koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê, Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku hikumeta Şamê herêm dorpêç kiriye û xeztê li koçberan dike û wiha domand: "Ji bo kantona Şehbayê tê rê nine. Çeteyên dewleta Tirk ji aliyekî û hikumeta Şamê ji aliyekî din ve herêm dorpêç kiriye."

Ehmed diyar kir ku dema ku Rêveberiya Xweser alîkariyan ji kantona Şehbayê re dişîne, hikumeta Şamê dest datîne ser û nahêle ku tu alîkarî ji koçberan re werin şandin.

Her wiha destnîşan kir ku wî dît, dema ku alîkarî ji aliyê NY'yê ve hatin şandin hikumeta Şamê dest danî ser û li bazarên Helebê difroşin.

'DERFET KÊM IN'

Bi ketina demsala zivistanî re, bi hezan koçber hewcedarî alîkariyê ne, bi taybet sobe û cilên zivistanî, çadir û pêwîstiyên dîtir.

Derbarê vê yekê Ehmed destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser her sal projeyên stratejîk ji bo koçber û kampan dentine û diyar kir ku girtina deriyê sînor ê Til Koçer û neşandina alîkariyan hişt ku peydakirina pêwîstiyan pir zehmet bibe. Her wiha got, derfetên Rêveberiya Xweser têrê nakê ku tevahî pêwîstiyên zivistanî ji koçberan re dabîn bike.

BANG

Mûdîrê Buroya Rêxistinan û Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê û Yekitiya Ewropayê kir ku erkên xwe bi cih bîn û zextê li Rûsya û Tirkiyê bikin da ku deriyê sînor ê Til Koçerê were vekirin, alîkarî ji koçberan re werin şandin û rêxistin li karê xwe vegerin.

Her wiha bang li hikumeta Iraqê kir ku welatiyên xwe yên di kampa Holê de vegerînin da ku bar li ser Rêveberiya Xweser sivik bibe.

ANHA


Mijarên Din