Li başûrê bajarê Kobanê navenda Çand û Hunerê hate vekirin

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li gundê Bîr Reşê yê girêdayî bajarokê Bilind ê başûrê bajarê Kobanê, navenda Çand û Hunerê vekir.

Di şahiya vekirina navendê de, endamên saziyên civaka sivîl a Kobanê û şêniyên navçeya Bilik amade bûn.

Endama Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê Helîma Elî vekirina navendê li hemû dayîkên şehîdan pîroz kir û wiha got: “Her kes dema ku dixweze êrîşî civakekê bike di serî de êrîşî çanda û hunera wan dike, ji ber ku dema çanda wê civakê tune dibe, ew civak bi xwe tune dibe. Ji bo wê jî pêwîst e her kes xwedî li çanda xwe derkeve û çand û Hunera xwe ji her êrîşekê biparêze.”

Paşê, Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto derbarê vekirina navendê de wiha got: “Bi rastî dema ku em behsa çandê dikin dîrok, ziman û kevneşopî têne bîra mirovan, ji ber wê  tiştê ku dihêle civak pê were naskirin çanda wane.”

Her wiha bi navê rêveberiya meclisa bajarokê Bilik, Mihemed Hisên got: “Weke tê zanîn hebûn û nasnameya her civakekê bi çand û zimanê xwe tê naskirin, lê em jî weke gelê  Kurd her tim çanda me  rastî êrîşan tê, ji ber ku dijmin  dixweze bi rêya komkujî  û qedexekirina zimanê kurdî, me tune bike.”

Paşê navend ji aliya dayîka şehîd Xabûr ve hate vekirin.

Di dawiyê de, Koma Şehîd Botan û Koma şehîd Rojhat stranên pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(hk-sn)

ANHA 


Mijarên Din