Li başûrê Efxanistanê teqîn: 9 kuştî

Berdevkê waliyê Qendeharê diyar kir ku îro di encama teqîna mayinekê li herêma Qendeharê ya başûrê Efxanistanê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Associated Press ragihand ku berdevkê waliyê Qrndeharê Beşîr Ehmedî diyar kir ku di teqînê de 9 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûn.

Ev teqîna sêyemîn e piştî agirbestê pêk tê. Talîbanê agirbest di cejna Remezanê de ragihandibû.

Talîbanê berpirsyariya wan êrişan hilnegirt ser xwe, lê got tenê êrişek di cejna Remezanê de pêk aniye ku hêzên Efxanistanê hedef girtine.

Şeva berê jî bombeyek di mizgefteke li Kabûlê de teqiya, di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest da ku di nav de melayê mizgeftê jî hebû û 8 kes jî birîndar bûn.


Mijarên Din