Li başûrê Idlibê êrîşên rejîmê didomin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku rejîma Sûriyê zêdetirî 12 êrîşên hewayî li dijî herêmên bejahiya başûrê Idlibê pêk anîn û zêdetirî 280 moşek avêtin herêmê.

Hêzên rejîma Sûriyê bi balafirên şer careke din herêmên qaşo kêmkirina şer ji şeva sêşemê ve bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê  diyar kir ku rejîma Sûriyê zêdetirî 12 êrîşên hewayî li dijî herêmên Xan Şêxûn, Termea, Şêxmustefa, Erîbene û Kerse yên başûrê bejahiya Idlibê pêk anîn.

Di heman demê de, navendê destnîşan kir ku rejîmê zêdetirî 280 moşek ji nîvê şevê heta niha avêtine herêmên Kefer Secne, Termela El-Feqî, Şehrnaz, Hibêt, Termela, Şêxmustefa û herêmên din ên bejahiya Ildibê û herêmên Morik, Keferzêta, Latmaniya, Zekat û Letmîn ên bejahiya bakurê Hemayê.

Rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê ji 30`ê Nîsanê ve li dijî komên çete yên girêdayî Tirkiyê li herêmên qaşo kêmkirina şer, dest bi êrîşeke dijwar kiriye.

(kc)


Mijarên Din