​​​​​​​Li Başûrê  Kurdistanê azadiya çapemeniyê tê sînordarkirin

Piraniya sazî û dezgehên çapemeniyê yên Başûrê  Kurdistanê di nava zexta hikumetê ya li ser mekanîzmeya ragihandinê û tevgera rojnamevanan, kar dikin.

Ji destpêka 2020`an ve li Başûrê  Kurdistanê, 88 binpêkirin û cezayên zagonî yên li dijî rojnamevan û saziyên çapemeniyê hatine belgekirin.  Li herêma Başûrê  Kurdistanê binpêkirinên wekî girtin, lêdan û heqareta li rojnamevanan, girtina saziyên çapemeniyê û desteserkirina alavên xebatê çapemeniyê, pêk hatine.  Li gorî çavdêran, hikumeta herêmê qanûnên girêdayî çapemeniyê binpê dike.

Çavdêr dibînin ku nepêkanîna saziyên ewlekariyê û yên hikumetê qanûnên taybet bi xebatên çapemeniyê, astengkirina azadiya çapemeniyê û binpêkirina û cezayên li dijî rojnamevanan zêdetir dike.

Ev binpêkirin û cezayên li dijî rojnamevanan bi taybetî di dema şerê siyasî û leşkerî de zêde dibin, nexasim di rewşa jiyanî ya zehmet a welatiyan, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê  Kurdistanê, dagirkirina hin herêman û bêdengiya hikumemta herêmê de.

Hin navend û saziyên Başûrê  Kurdistanê çavdêriya qanûnê taybet bi azadiya çapemeniyê dikin. Yek ji wan saziyan, Navenda Mêtro ya parastina mafên rojnamevanan e ku di Tebaxa 2009`an de hatibû damizrandin. Navend çavdêriya azadiya çapemeniyê û rojnamevanan û parastina wan li herêma Başûrê  Kurdistanê, armanc dike.

Koordînatorê Navenda "Mêtro" Rehman Xerîb daxuyand ku navenda wan çavdêriya qanûnên xebatê çapemeniyê ya hejmar 35 a sala 2008`an û qanûna hejmar 11 a 2013`an de, ku ew qanûn girêdayî mafê bidestxistina agahiyan li herêma Başûrê  Kurdistanê ye. Her wiha çavdêriya tevgera hikumet li gorî yasayên navnetewî yên parastina mafê azadiya nêrînê û azadiya çapemeniyê,  dike.

BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANÊN KU PLANÊN DAGIRKERIYÊ YÊN TIRKIYÊ DIŞOPÎNIN

Binpêkirinên li dijî azadiya rojnamevanan û rojnamegeriyê li Başûrê  Kurdistanê îsal zêdetir bûn. Bi tabyetî hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê û redkirina gel ji van êriş û binpêkirina re, her wiha rexneyên li ser bêdengiya hikumeta herêmê ku xebatên hin dezgehên çapemeniyê asteng kir.

Di vê mijarê de, Navenda Mêtro bi civîneke çapemeniyê rapora xwe  ya salane ku tê de binpêkirinên li dijî rojnamevanan di dirêjahiya salê de çêbûne, eşkere kir.

 ‘PIRSGIRÊKÊN MEZIN LI PÊŞIYA XEBATÊN ÇAPEMENIYÊ HENE’

Koordînatorê Navenda "Mêtro" Rehman Xerîb destnîşan kir ku li herêmê gelek pirsgirêk li pêşiya xebatên çapemeniyê hene û wiha axivî: “Pirsgirêk ne tenê ji aliyê hikumetê ve, heman demê de carna urf û adetên civakê li pêşiya vî karî dibin asteng. Dibe ku rojnamevan bi xwe jî ji ber nepisportiya xwe an jî ji ber nasnekirina qanûnên girêdayî çapemeniyê, pêşiya azadiya çapemeniyê bigirin."

HIKUMETA HERÊMÊ FERQ NAKE KU SÎNORDARKIRINA ÇAPEMENIYÊ ZEHMET E’

Xerîb wiha lê zêde kir: "Di radeya yekê de, hikumet çapemeniyê sînordar dike. Tevî hemû qanûnên girêdayî azadiya çapemeniyê jî, lê belê di dema kûrbûna aloziyên siyasî û aborî de dor li dezgehên çapemeniyê pir tê tengkirin. Wekî hewldana girtina kenala NRT, ku bi saya kedên Navenda Mêtro û rêxistinên din û çalakvanên sivîl bi bin ket. Lê belê hikumeta herêmê ferq nake ku li gel pêşketina teknolojiya û malperên tevna civakî, sînordarkirina çapemeniyê zehmet e."

Gelek qanûnên girêdayî parastina azadiya çapemeniyê, rojnamevanan û mekanîzmeya xebatên wan û misogerkirina mafê bidestxistina agahiyan li Herêma Kurdistanê, hene.

Qanûna mafê bidestxistina agahiyan a hejmar 11 a sala 2013`an, hatiye erêkirin. Di qanûnê de 22 madeyên girêdayê mafê welatiyan (rojnamevan an welatiyên sivîl) ê bidestxistina hemû agahiyên girêdayî karê saziyên hikumetê û eşkerekirina hemû agahiyên girêdayî welatiyan û jiyana wan, hene.

Li gorî qanûna 2007`an a hejmar 35 jî, mafê aliyên ewlehiyê yê binçavkirina rojnamevanan bêyî vegera li komeleya rojnamevanan, tune ye.

HIKUMET HERÊMÊ QANÛNAN PAŞGUH DIKE’

Rehman Xerîb wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rêveberiya zagonsaz û ya rêveber gelek caran qanûnan paşguh dikin û wekî dozên taybet nêzî xebatên çapemeniyê dibin. Rêvberiya zagonsaz dozên rojnamevanan li gorî qanûnên kevin çareser dike. Bi taybetî qanûna cezayan a Bexdayê ya ji sala 1968`an de li gorî xwesteka rejîma berê hatiye rewakirin û gelek cezayên şaş ên girêdayî dozên belavkirinê digire nava xwe. Ev qanûn ji bo xebatên çapemeniyê ye. Lê belê qanûna girêdayî mafê bidestxistina agahiyan, tevî sozên rayedaran jî ji dema ku derketiye û heta niha, nehatiye pêkanîn.

LI BAŞÛRÊ  KURDISTANÊ BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN HATINE BELGEKIRIN

Li gorî belgeyên Navenda Mêrto ya parastina mafên rojnamevanan, ji 1`ê Çileya 2020`an ve heta 30`ê Hezîrana 2020`an, 88 binpêkirin li dijî 62 rojnamevan û dezgehên çapemeniyê hatine qeydkirin.

Binpêkirinên hatine belgekirin ev in: "53 qedexeyên şopandinê, 7 rewşên girtinê û darizandina rojnamevanan a li derveyî qanûna xebatên çapemeniyê, 8 caran lêdan, gefxwarin û heqaret, 6 rewşên binçavkirina bêyî fermanên rêveberiya zagonsaz, 11 desteserkirinên alavên xebatê çapemeniyê, 3 êriş û astengkirinên elektronîk."

Rehman Xerîb têkildarî vê yekê dibêje: "Ji 88 rewşên binpêkirinê, pêwîstiya 4`an bi alîkariya qanûnî heye. Navenda Mêtro li ser hesabê xwe ji bo parastina mafên wan li dadgehê, parêzer erkdar kirin."

Navenda Mêtro di rapora xwe ya sala 2019`an de, 213 binpêkirin û cezayên li dijî rojnamevan û saziyên çapemeniyên ên Başûrê  Kurdistanê, belge kiribû.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din