Li Başûrê Kurdistanê dagirkeran ciwanekî êzidî kuşt

Ji ber guleyên artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê ciwanekî êzidî li nêzî  Zaxoyê hat kuştin.

Li gorî malpera Ezidi 24 ya tabyet bi nûçe û çalakiyên civaka êzidî ku ji ber guleyên artêşa Tirk a dagirker li nêzî sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de li navçeya Zaxo ya girêdayî parêzgeha Dihokê ciwanê êzidî yê bi navê Emîn Salih hat kuştin.

Malperê diyar kir ku ciwanê bi navê Emîn Salih baxçeyekî nêzî çemê Dîcle ku tê de dixebitî, av dida.

Tê zanîn ku ciwanê êzidî ji koçberên Şengalê ye û di kampa Cemşiko ya koçberên êzidî ya li Başûrê Kurdistanê de dijiya.

(bx)


Mijarên Din