Li Başûrê Kurdistanê di nava 7 mehan de 40 bûyerên destdirêjiyên zayendî hatin tomarkirin

Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Başûrê Kurdistanê di nava 7 mehan de 40 bûyerên destdirêjiyên zayendî hatine tomarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê, bûyerên tundî û destdirêjiyên zayendî  zêde dibin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jin û Malbatan ya Herêma Kurdistanê, di nava 7 mehan de 40 bûyerên destdirêjiyên zayendî  hatine tomarkirin.

Rêxistinên jinan diyar dikin ev hejmar li beramberî bûyerên ku pêk tên kêm e.

Bûyera herî dawî, beriya çend rojan li bajarê Kerkûkê çêbû, ku jineke 42 salî ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.

 


Mijarên Din