Li Başûrê Kurdistanê goreke komî hat dîtin

Hikumeta Iraqê goreke komî ya Kurdên ku ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve di Komkujiya Enfalê de di salên 80`yî de hatine qetilkirin, dît.

Buroya Serokê Iraqê diyar kir ku gora komî li herêmeke çolistan ku 170 km li rojavayê bajarê Semawa ye, hate dîtin. Li gorî Ruetersê, di gora komî de cenazeyên bi dehan Kurdên ku ji aliyê hêzên Sedam Hisên ve hatine kuştin, hatin dîtin.

Ew jî ji 180 hezar qurbaniyên ku ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve di Komkujiya Enfalê de ku li dijî gelê Kurd ê ji Kurdistana Başûr pêk hat, hatine kuştin.

Serokê Iraqê Berhem Salih îro beşdarî civîneke çapemeniyê bû ku li cihê gora komî ya Kurdan hat lidarxistin. Berhem Salih got welatê wî tu carî komkujiyên ku ji aliyê Sedam Hisên û partiya wî Baasê ve pêk hatin, ji bîr nake.

Berhem Salih di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ev sûc sûcekî şer e. Sûcekî qirkirinê li dijî gelê me yê Kurd e. Rejîma desthilatdar ew xetere li ser desthilatdariya xwe dît. Ji ber wê wekî ku çawa gelê me li Başûr qir kirin, ew jî qir kirin.”

Li parêzgehên Başûrê Iraqê bi piranî gelê şîa dijî. Ew jî ji aliyê rejîma Sedam ve rastî gelek zilm û komkujiyan hatin.

(bx)


Mijarên Din