Li başûrê Til Hemîsê dest bi çinîna kemûnê hat kirin

Li başûrê herêma Cizîrê cotkaran dest bi çinîna berhema kemûnê kir û bi hêvî ne ku berhema îsal baş be.

Li herêmê kemûn (zîre) di çend salên dawîn de tê çandin. Cara yekemîn li herêmên Til Hemîs di sala 2015`an de hate çandin û li herêma başûrê herêma Cizîrê piştî genim û ceh cihê xwe girt, ji ber zû tê firotin û sûdê dide erda çandiniyê.

Di 2019`an de û piştî xisara mezin a gihaşt berhemên çandiniyê, çandina kemûnê jî kêm bû. Ji ber ku demsala zivistanê ya 2019`an baran pir bariya, zivistana 2018`an jî baran pir kêm bû û ji ber wê jî zirarên mezin gihaştin berheman û di van her du salan de li Til Hemîsê tenê ji sedî 5 kemûn hate çandin.

Li herêmên gundewarên başûrê Til Hemîsê cotkaran dest bi çinîna kemûnê bi destan kir. Piştî kemûn tê çinîn, dikin wekî komên biçûk, paşê hemû berheman dikin komeke mezin û bi rêya patozê tê çêkirin.

Cotkar îsal bi hêvî ne berhem baş be, ji ber ku baran zêde bariya, her wiha rêjeya germahiyê di demsala zivistanê de baş bû.

Tê zanîn ku kemûn dikeve nava xwarinê û cihê wê yê resen Misir e ku bi piranî li ser qiraxên çemê Nîlê belav dibe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din