Li Baxçeyê Xwendinê eleqedariya ji bo pirtûkan kêm e

Li Qamişloyê Baxçeyê Xwendinê ji 2019`an ve hatiye vekirin, lê ew baxçe ji xwendevanan bê par e.

Baxçeyê Xwendinê ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve di 2019`an de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hatiye vekirin. Di baxçe de holeke ji bo civînan û pirtûkxaneyeke heye, di wê pirtûkxaneyê de pirtûkên bi kurdî, erebî û tirkî jî hene.

Her wisa di baxçe de peykerê helbestvan û nivîskarên kurd Cegerxwîn, Şêrko Bêkes, Mûsa Anter û Osman Sebrî hene. Armanca Desteyê ji vekirina vî baxçeyî teşwîqkirin û pêşxistina çanda xwendinê di nav civakê de bû. 

Baxçe ji bo xwendevanan fersendeke hêja ye, lê baxçe ji xwendevana vala ye.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ev çar car e Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li Qamişloyê vekir, ev pêşangeh li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li dar xistin.

Têkildarî mijara kêmbûna xwendinê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û berpirsê Baxçeyê Xwendinê Ebûd Mexso exso da zanîn ku civak pêwîstiya wê gelekî bi xwendinê heye û got: "Lê mixabin xwendin ne li gorî dilê me ye.”

Mexso diyar kir ku gotina Cegerxwîn "Xwendin nebe kes naçe pêş" ji xwe re kirine dirûşm û got: "Lê ew pêşketina xwendinê ji bo pirtûkên dîrokî, rêzimanî, helbest, roman, çîrok û yên çîrokan jî xwendina wan heye jî lê ne di asta ku tê xwestin de.

Mexso diyar kir ku carinan şagirtên Zanîngeha Rojava pirtûkan dixwînin û tên li baxçe li serê gotûbêj dikin û dîdariyên rewşenbîr û nivîskarin jî li vir çêdibin, ev gaveke baş e lê hê jî têrê nake.

‘XWENDINA BI ZIMANÊ KURDÎ BI PÊŞ KETIYE’       

Mexso bal kişand ser beriya şoreşa Rojava û got: "Xwendin gelekî qels û lawaz bû, îro nema çanda xwendinê di wê qels û lawaziya berê de ye, pêşketin tê de çêbûye, xwendina bi zimanê kurdî cihê xwe girtiye. Kesên li cîhanê dîroka xwe dixwînin, em Kurd dîroka gelên din dixwînin, me baş bi xwendinê dîroka xwe nas nekiriye, ji ber ku em naxwînin, me çanda xwe nas nekiriye.”

Mexso da zanîn ku îro ji gelê Kurd re xwendin pir girîng e û girîngiya wê jî ji keç û xortan re ye û got: "Divê ew bêhtir berê xwe bidin xwendinê ji ber pêşeroja van keç û xortan e.”

Mexso behsa pirtûk û berhemên rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Serokatî jî dibêje hetanî ku tu xwe nas bike divê tu dayîka xwe nas bike, dayîka te welat e.”

‘KÊMBÛNA XWENDINÊ BANDOREKE XIRAB LI CIVAKÊ DIKE’

Mexso diyar kir ku heke civak dûrî xwendinê bimîne, wê bandoreke mezin bi pêşketina civakê were. Mexso bang li gelê Kurd kir ku divê ji pênc saliyê hetanî heftê saliyê bila xwendinê bikin û got: "Niha îro nivîskarên me hene, rûsipên me jî hene, xwendinê dikin û pirtûkan dixwînin, şîreta ku li me dikin dibêjin bixwînin. Ji ber ku wan baş nas kiriye bê çi qasî bandora xwendinê li ser pêşketinê hey


Mijarên Din