Li Baxozê çalakiyên tîma ‘Sibê xweştir e’

Tîma ‘Sibê xweştir e’ ku ji endamên komîteyên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê û meclisên herêmî pêk tê, zarokên kampa Baxozê hişyar dike ku ji tiştên nenas û teqemeniyan dûr bikevin.

Ji ber zirarên ku şêniyên li bejahiya rojhilatê Dêrazorê di baregehên dawîn ên DAIŞ’ê de dîtine û ji ber mayinên ku DAIŞ`ê li pey xwe hiştine, koma "Sibê xweştir e"  hate avakirin da ku zarokan hiyşar bikin ku di rêyên ewle re biçin dibistanên xwe û ji tiştên nenas xwe dûr bixin, ji ber ku dibe ku ew mayinkirî bin.  

Komê bi zarokan re lîstok lîstin da ku şerên ku zarokan di dema serweriya DAIŞ’ê de didîtin, bidin jibîrkirin û di dawiyê de jî pêlîstok li zarokan belav kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku koma ‘Sibê xweştir e’ dê çalakiyên xwe li hemû herêmên Dêrazorê pêşkêş bike.

ANHA


Mijarên Din