Li bejahiya Dêrazorê 2 teqîn

Li gundê Hewyic Zîban û bajarokê El-Teyana yên bejahiya rojhilatê Dêrazorê 2 mayin teqiyan. Di encamê de tenê zirarên madî çêbûn.

Nûçegihanê me ragihand ku beriya niha li nêzî navenda tenduristiyê ya gundê Hewayic û her wiha li nêzî Şaredariya El-Teyane ya bejahiya rojhilatê Dêrazorê 2 mayin teqiyan.

Di encama her du teqînan de tenê zirarên madî çêbûn.

Tê gotin şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê her du mayin bi cih kirine û teqandine.

(bx)

ANHA


Mijarên Din