Li bejahiya Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Şervanên QSD`ê li rojavayê Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ`ê giritn û bi wan re çek û mayîn dîtin. Her wiha gelek pankartên di xwepêşandanên ku li Dêrazorê di nava rojên dawî de çêbûn, dîtin.

Şervanên QSD`ê pêngavên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê didomîne. Di vê çaroçoveyê de û li gorî agahiyên ku ajansa me ANHA`yê bidest xist di yek ji pêngavên şervanan li bejahiya rojavayê Dêrazorê û bi taybet li gundê Cirdî Şeriqî, şervanan 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Her wiha şervanan çek, mayîn û alavên leşkerî bi çeteyan re dîtin.

Her wiha pankartên bi nivîsa "Em girtiyên xwe dixwazin", "Em bang dikin ku jin ji kampan derkevin", "Ka petrol" her wiha navên hinek êlên herêmê mîna Şihêl, Şiwêt û Egîdat bi çeteyan re hate dîtin.

Ev pantkart tê wateya ku ew çeteyên hatine girtin, hewl didan ku xwepêşandanên li Dêrazorê ku di nava rojên dawî de bi armanca başkirina rewşa xizmetguzariyê li herêmê çêbûbûn, veguherînin xwepêşandanên siyasî.

(bx)

ANHA 


Mijarên Din