Li bejahiya Eyn Îsayê êrişên dijwar-  HATE NÛKIRIN

Li gundê Şergirakê û rêya M4 yên Eyn Îsayê şerekî giran rû dide. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrişî depoya genim a gundê Şergirakê dikin û depo dorpêç kirine,

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên êrişên xwe yên bi tang û wesayîtên zirxî li xeta gundê Şerkirakê û rêya M4 a nêzî navçeya Eyn Îsayê didomînin. Şervanên QSD‘ê bersiva êrişan didin, tangeke hate teqandin.

Piştî dewriyeye Rûsya-Tirkiyê a li ser rêya M4 artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê bi tang û panzeran êrişî depoya gundê Şergirakê ya Eyn Îsayê dikin û depo dorpêç kirine.Tankên artêşa dagirker derketin ser rêya M4 a straejîk ya nêzî navçeyê û depoya gundê Şergirakê.

Li derdora navçeya Eyn Îsayê şerekî giran rû dide

ANHA


Mijarên Din