Li bejahiya Helebê şer û amadekariyên leşkerî yên Tirkiyê beriya diyalogên bi Rûsyayê re

Li bejahiyên Helebê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de şer û pevçûn derket, di heman demê de jî dewleta Tirk amadekariyên leşkerî yên mezin beriya destpêkirina diyalogên bi Rûsya re der barê Idlibê de birin bejahiyên Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk erebeya leşkerî ya hêzên hikumeta Sûriyê li derdora Enkawî ya bejahiya bakurê rojavayê Hemayê hedef girt.

SOHR’ê piştrast kir ku di navbera her du aliyan de pevçûn bi çekên giran li bajarokê Kefir Eme yê bejahiya rojavayê Helebê derket, her wiha heta niha tu agahiyên li ser ziyanên mirovî bi dest neketine.

SOHR’ê vê diyar kir ku vê sibehê hêzên hikumeta Sûriyê yên li bejahiya rojavayê Helebê bi cih bûne, erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk li nêzî Foca 46 a li herêma Etarib bi doçka hedef girtin.

Duh karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk a dagirker di dergeha Kefir Losîn a bi ser sînorê bakurê Idlibê ve derbasî xaka Sûriyê bû. Karwan ji 50 alavên leşkerî pêk tê. Her wiha ji dema destpêkirina agirbesta nû ve nêzî 650 alav tevî bi sedan leşkerên Tirk derbasî Sûriyê bûne.

Îro Rûsya û Tirkiyê civîneke nû li ser asta pisporan der barê Idlibê de piştî ragihandina her du aliyan a agirbesta li herêmê, li dar dixin.

(fr)


Mijarên Din