Li bejahiya Hemayê şer gur e

Di navbera hêzên rejîmê û komên çete de li bejahiya Hemayê şer gur dibe. Êrîşeke dijwar ji bo hewldana serweriya bajarokê Celeme yê stratejîk, di nava topbaranên gur ji hêla rejîm û Rûsyayê de rû da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raber kir ku li bejahiya bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê û komên çete de rû da.

Komên çete yên girêdayî Tirkiyê karî serweriya parçeyên fireh ji bajarokê Celeme yê stratejîk di êrîşa xwe ya duyemîn de ku ji duh ve pêk hatiye, bikira. Ew jî piştî binketina êrîşa yekemîn a êvara înê pêk hatiye.

Şerê gur di navbera her du aliyan de li rojavayê Celeme bi hewldana hêzên rejîmê ku şer li gorî xwe bimeşîne û komên çete li aliyekî din jî armanc dikin ku serweriya giştî bikin, pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku li ser bejahiya başûrê Idlib û bejahiyên bakurê rojavayê Hemayê ji ber pêxistina komên çete ya tekerên erebeyan da ku li ser balafirên şer û kifşê tevliheviyê çêke, dûmaneke gur dixuye. Li aliyekî dîtir jî ji berbanga vê sibehê ve şerekî dijwar tevî topbaranên dualî rû da. Li rexê jî balafirên şer ên Rûsyayê û yên rejîmê bombebaranên dijwar li wê herêmê pêk anîn.

Navendê da zanîn ku komên çete çalakiyeke ji nişka ve li ser çiyayên peravê (El-Sahil) li dijî nuqteyên rejîmê li Til Ebû Esed a bejahiya bakurê Laziqiyê pêk anî. Di encamê de 5 endam hatin kuştin û hin cebilxane desteser kirin.

Ji berbanga îro de, li çiyayê Tirkmen ê bejahiya bakurê Laziqiyê di navbera hêzên rejîmê û komên çete de şerekî gur pêk hat. Di encamê de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.

Hejmara kuştiyan di dirêjahiya 50 rojî de, ji sibeha 20’ê Nîsanê ve heta roja yekşemê (îro) gihaşt 411 sivîlan, jê 101 zarok û 85 jî jin in.

(fr)


Mijarên Din